Ji bo ku qedexeya li ser Demirbas rabe, Enstîtuya Kurdî ya li Brukselê gavên erênî davêje. Agehdariya ji Kurdocide Watch-CHAK Dokumentasyon Center ê hatiye dayîn wisa ye:

“Enstîtiya Kurdî ya Brukselê jibo mafê mirovan li Kurdistanê xebatên giranbuha dike. CHAK, bi hevkariya Komîteya Pistgiriyê jibo Siheta Abdullah Demirbas re, ji bo rakirina qedexeyê demek e dixebite. Di vê çarçoveyê de, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê jî weke dezgehekî hevkar, xebata xwe didomîne. Enstîtuyê xwe gihand gelek dezgehên însanî û her wisa xebatên lobiyê jî dane destpêkirin. Serokê Enstîtuya Kurdî Derwês M. Ferho îro anî zimên ku, ew li ser pirsê bi hejmarek parlementer re ketine têkiliyê û ew ê weke dezgeh jibo rakirina qedexeya li ser Demirbas gavên pêwîst bavêjin.”

CHAK Dokumentation Center – www.kurdocidewatch.net

F
E
E
D

B
A
C
K