Rojev:

Elin Clason, Jiyana Mahmûd Baksî li Swêd
Medenî Ferho, ciyê Mahmûd Baksî di nivîskariya (berhemên edebî) Kurdî de
Memo Yetkîn, mîna kurdekî Mahmûd Baksî çawa bû
Mîrhem Yigit, Rojnamevaniya Mahmûd Baksî

Mahmûd Baksî (1944-2000)
Di sala 1944 de li Suphiyê, gundê Hezo (qeza Êlihê), Bakurê Kurdistan,  ji dayikê bûye, 19.12.2000 de jiyana xwe li Stockholm (Swêd) ji dest da.
Ew nivîskar û rojnamevanekî balkêş bû. Ji sala 1967 û paş de li ser pirs û jiyana Kurdan bi nîvîs û pirtûkên xwe bê rawestan nivîsiye. Destpêka rojnamegeriya wî di Batman Postasi de dest pê kir. Nivîs û berhemên wî her tim ji aliyê dewleta Turk mîna xetereke mezin hatine ditin û qedexe li ser wan peyda bûne.
Di sala 1968an de bû serokê TIPê (Partiya Karkeran a Turkiyeyê) ya Batmanê. Di sala 1969an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970yî de pirtûka xwe ya bi navê Sadî Akkiliç Davasi derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî Turk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.
Mahmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DISKê didomand. Karê wî ê sendîkavaniyê ji sala 1968 heta 1970 domand. Paşê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber her du pirtûkên wî ên ku hatin çap kirin, 15 sal cezayê hepsê lê hate birîn. Loma di 1970yî de ji bêmecaliyê mecbûr ma ku derbasî Elmanya bibe. Di sala 1971 de junta leşkerî dest danî ser îktîdarê û ev bû yek ji sedema ku Baksî di sala 1971ê de li Swêdê bi cih bû.
Mahmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand.

Mahmûd Baksî 22 pirtûk nivîsandin û li welatên cihê hatin weşandin. Gelek ji wan hatin wergerandin. Zimanên ku pirtkên wî hatine wergerandin: Swêdî, Danîmarkî, Elmanî, Ingilîzî, Kurdî, Norwecî, Turkî û Holandî.
Mahmûd Baksî di 19’ê meha 12’an ya 2000’î de li Stockholmê çû ser dilovaniya xwe û niha li Diyarbekirê veşartiye.

F
E
E
D

B
A
C
K