Komîte ya hevbeş ya dîplomasî ya Kurdistnî, li roja 20.12.2014 li navenda KNK ê , civîna xwe ya sêyem li dar xist.
Di civînê de bi berfirehî li ser rewşa Kurdistan û boyerên pêşhatî yên li Kurdistanê û nirxandina kar û xebatên berê hatîn kirin û plansazî û pêwîstîyên ku wê bên encamdan, hate nîqaş kirin.
Her di serî de dema ku ev komîte hatî avakirin heta niha gelek karên dîplomasî, homanîter û têkelî danîn hatîne kirin. Lê kêmasî jî henin. Di paşeroj de ev kar û erkên han bi hevhatineke pilansazîkirî ya xurt ku zêtir kar bên kirin, xwe amade kirin.
Di encama civînê de bi giştî hin pêşniyar, biryar û daxwaz xweya bûn ku:-
• Pirsgrêka kurdistanê, pirsgrêkeka siyasî ye, pêwîste bi çareseriyeke siyasî li rojhelata navîn ev pirsgrêk were çareser kirin.
• Partî, rekxistin û civatên sivîl yên ku di vê komîtê de ne beşdarin, bang ji wan tê kirin ku ew jî cihê xwe di kar û xebatên vê komîtyê de bigrin û tevlî karên hevbeş bibin.
• Ev şerê hovane yê ku li hember Kurd û Kurdistanîyan tê meşandin, armanc û pîlanên dewletên dagîrker yên Kurdistanê ne, merem jê ji navbirina destkeftên kurdistanê yên demokrasî û pêkve jiyana netewan e. Di heman dem da jî êrîşin li hemberî mirovatî û demokrasiyê ye li hemû cîhanê.
• Gelên Asûrî, Suryanî, Ermenî û yên din, beşekin ji pêkhateyên Kurdistanê û mesopotamîya yê. Berevanî û parastina wana erkê ser milê me hemûyan e.
• Ew şer û êrîşên ku DAÎŞ bi navê Îslamê dike, bi xapandin dibînîn û bi bawere ku DAÎŞ nûnertîya Îslamê nake.
• Civînê berxwedana şengal, kobanê, mexmûrê û hemû kurdistanê silav dike û piştgîrîya xwe ji bo vê berxwedana mezin diyar dike û daxwaz dike ku kes û dewletên demokrat yên dunya yê ew jî di vî warî de piştgîrîyeka cidî ya berxwedana gelê Kurdistanê bikin.
• Rol û berxwedana jina kurd di şoreş û berxwedana Kurdistanê de, giranîyek mezin daye pirsa Kurdistanê û diyar kir ku civaka Kurdistanî di praktîk de wekhevî û demokrasi yê diparêze û bi pîroz digre, herwesa derxistina qanona mafê mirovatî ya jinê ya ku li kantona Cizîrê hatî pejirandin, piştgîrî yê jê dikin û daxwaz hat kirin ku ev yasa han li ser hemû Kurdistanê belav bibe.
• Civînê li hevhatina rekxistinên rojava yê Kurdistanê ya li Duhokê silav dike û piştgîrî yê lê dike.
• Civîn azadî ya Şengalê û deverên din pîroz dike û bi yeketî û yek sengerî yê azadî ya wan bê parastin. Ji bo hindê bang li hikûmeta herêma Kurdistanê û civaka nêvnetewî dike ku ji bo veger û parastina gelê me yê Êzîdî û xelkê wan herêman ji bo warê bav û bapîrên xwe harîkar bin û bên qerebû kirin û bedela zirarên wan biden.
• Civîn bang li civata nêvneteweyî dike piştgîrî û hevkarîyan bide koçberan yên ku ji sedema şer li kempên başûr, bakûr û rojhelatê kurdistanê akincî bûne, bi giringîdan bigre. Herwesa yên ku mal û halên wana ketîne ber bandora şer, pêwîstîyên wana ji bo avakirina mal û halên xwe bicih biken.
• Civîn piştgîrî ya Pêşnuman a birêz Abdullah Öcalan ya ji bo mizakereya li hevhatinê ya gelê Kurdistanê û dewleta Tirk de dike. Herwesa bang li dewleta Tirk dike ku di demekî nêz de bersiva erenî bide û pêngavên pêwîst yên posetîv jêre bavêje.
• Civînê berxwedana birçîbûnê ya girtîyên zîndana Ûrumîyê li rojhelata Kurdistanê silav dike û bang li hemû hêz û partîyên rojhelatê Kurdistanê dike, ku li gor îrade û daxwazîyên wana xwedî derkevin. Di heman dem de daxwazê ji dewleta Îranê dike ku, daxwazên girtîyan bi cih bîne û nebe sedema mirina çalakvanan. Herwesa daxwazê ji dewleta Îranê dike, ku ceza ya li dardakirinê ji destûra bingehîna xwe rake.
• ji bo ku bi awakî serkeftî pêvajo ya aşitî û çareserî ya demokrasî li rojhelatanavîn pêkwere, pêwîste qedexa li ser PKK ê li Ewropa yê bê rakirin, daku bi azadane karê xwe yê diplomasî , siyasî û mirovatî bike.
Komîteya hevbeş a diplomasî ya Kurdistanê
20.12.2014
– Komîsiyona karê derve yê KNK.
– YNK
– HSDK ( başûr )
– Partîya Îslamî ya Kurdistanê PIK.
– GORAN
– KCD-Ewropa
– Hizbî Komunistî Kurdistan
– Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan
– Komelî Îslamî Kurdistan
– TJKE – Tevgera Jinên Kurdistan-Ewropa
– Federasyona Êzidîyên Kurdistan
– Yekîtiya Suryaniyên Ewropa E.S.U
– Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava
– PYD
– PJAK
– PSDK
– Hizbî Zegmetkêşanî Kurdistan
– Hizbî Ayindey Kurdistan
– Nûnertiya HDP ya Ewropa
– P.D.K.S
– P.Ç.D.K-S
– Enstituya Kurdî ya Brukselê