Digel têkoşîna ku gelê kurd di sedsala borî de meşandiye û heya roja îro didomîne, mixabin hê jî di qada dîplomasiyê de kêmasiyên pir mezin hene. Ji ber nenaskirina qada navneteweyî, di nava girseyên gelê me de, wateya vê xebatê jî zêde nayê zanîn. Ez vê nezantiya girseyan pir asayî dibînim, lê mixabin heman kêmasî ji aliyê rayedarên hêzên kurdan ve jî tê jiyîn. Xala ku ez dixwazim rexne bikim û balê bikêşînim ser jî ev e.

Ji salên 1970 vir ve, dîplomasiyekê ji aliyê hêzên Başûrê Kurdistan’ê ve, bi taybetî ji aliyê PDK û YNK’ê ve, hatiye meşandin. Heke îro li vê parçeyê welatê me desthilatdariyekê kurdan heye, divê were zanîn ku, tê de rola meşandina karê dîplomasiyê pir mezin e. Çendî, bi taybetî di warê parastina mafê hemû Kurdan de, rexneyên me hebin jî, divê keda Kek Mesût û Mam Celal neyê jibîr kirin. Lê belê, dema ku ez derfetên Hikûmeta Başûrê Kurdistan’ê dinêrim, di karê dîplomasiyê de, hê jî kêmasiyên berbiçav hene. Di vî warî de ez dixwazim çend pêşniyazan bikim ;
1) Pêwîste li pir welatan, bi taybetî li hemû welatên Ewrûpa Navîn, nûneriyên hikûmeta herêmî hebin. Divê di  van nûneriyan de qadroyên ku zimanên biyanî dizanin û ên ku tecrûbeyên wan ên dîplomasiyê hene wezîfedar bin. Di nava Kurdên li Ewrûpa’yê de, bi taybetî di nava Kurdên Bakur de, hejmareke baş ya heman « dîplomatan » heye, dê ji wan sûd were girtin.
2) Bi navê Hikûmeta Herêmî, di saziyên Ewrûpî de, ên weke Parlemen û Komisyonê de, têkîliyên baş dikarin werin lipêşxistin. Qasê ku ez van saziyên Ewrûpî nas dikim, deriyê wan ji Hikûmeta Herêmî re vekirîn in. Tenê pêwîstî bi hejmareke baş ya xebatkarên vî karî heye. Nûnertiya Hikûmeta Herêmî ku li Brûksel’ê heyî, di nava hewldanên baş de ye, lê belê hêza wî ya qadroyan kêm e û nikare bersivê bide pêwîstiyan.
3)  Hewce ye ku her salê bi dehan Konferansên Navneteweyî, li cur be cur welatan (Li Ewrûpa’yê, li Amerîka’yê, li Welatên Ereb, û her wiha li Rusya’yê) werin tenzîmkirin. Dê bi rêya van Konferansan pirsgirêka kurd, bi awayeke giştî, were niqaşkirin. Dibe ku Hikûmeta Herêmî nikare xwe tevlî pirsgirêkên hindirîn, ên Tirkiye’yê, Îran’ê û Sûriye’yê, bike, lê belê ew dikare rêbazên çareseriya herî maqul bike rojeva hêzên navneteweyî.

* * *

Di navbera salên 1920 û 1930’yî de, hin hawldanên Kurdên Bakur, ên di derbarê meşandina dîplomasiyê de, hatine dîtin. Lê belê, û mixabin, ew xebatên ku hatine pêkanîn, ji zanistiya siyasî û dîplomasiyê dûr bû ye. Lewre, di konferansa Lozan’ê de, navê gelê me jî nehatiye naskirin û welat di nava çar dewletan de hatiye parvekirin.

Di navbera salên 1930 û 1980’ê de, bi navê Kurdên Bakur, di qada navneteweyî de ti xebateke nayê dîtin. Piştî ku PKK diçe Rojhilata Navîn, bi rêberiya Abdullah Öcalan, di qada Rojhilata Navîn de, hin dan û standinên ku mirov bikaribe « dîplomatîk »  binav bike tê dîtin. Lê belê heman hewldan, zêdetir bi armanca bidestxistina alîkariya ku hêz bikaribe xwe di herêmê de biparêze hatine pêşxistin.

Salên 1990’î weke destpêka pêvajoya karê dîplomasiya Kurdên Bakur dikare were binavkirin. Mezinbûna hejmara Kurdên Bakur li Ewrûpa’yê bû sedemê ku bi dehan komele, yekîtî, komîte û cur be cur sazî ji aliyê Kurdan ve werin avakirin. Ez dikarim salên 1990-1994’an weke pêvajoya çêkirina hîmê dîplomasiya Kurdên Bakur binav bikim. Weke cîwaneke kurd, min bixwe jî di heman pêvajoyê de aktîf cih girtibû. Di nava heman salan de, li hemû welatên Ewrûpa navîn, li Amerîka’yê, li Kanada’yê, li Avûstûralya’yê, li Welatên Dewletên Serbixwe û her wiha li Balkanan, kareke pir aktîf û dorfireh hate meşandin. Di saziyên weke Parlamena Ewrûpa’yê , Konseya Ewrûpa’yê û Neteweyên Yekbûyî de, cara yekem, bi navê Kurdên Bakur, deng bilind dibû. Hê jî bandora wan xebatan li ser dîplomasiya Kurdan heye.

Agirbesta yekem ku ji aliyê PKK’ê ve hate êlankirin, di 17’ê adar a 1993’an de, deriyên pir saziyên navneteweyî ji Kurdan re ve kir. Bi dehan komîteyên dostaniyê hatin avakirin.

Piştî ku parlementerên DEP’ê derketin Ewrûpa’yê, di sala 1994’an de, li Brûksel’ê Bûroya Hevkariya bi DEP’ê re tenzîm bû. Saleke pişt re jî, Parlemena Kurdistan’ê a Derveyê Welat (PKDW) hate êlankirin. Di sala 1999’an de jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistan’ê (KNK) ava bû û heya niha, weke saziyeke bilind, di cur be cur welatên Ewrûpa’yê de, xebatên dîplomatîk dimeşîne. Di nava van saziyan de, her wiha nûnerên Kurden her çar parçeyên Kurdistan’ê jî hene û di karê hatî meşandin de, li ser rewşa hemû Kurdan hatiye sekinandin.

Di karê dîplomasiyê de 20 sal zêde dirêj nîn e. Hin dewlet, li ser bingeha sedan salan dîplomasiyê dimeşîn in. Di qada vî karî de, tecrube û pisporî xalên pir girîng in. Lê belê, kes nikare 20 salan jî pir kêm bibîne, di heman pêvajoyê de pir pêşketin dikaribûn werin bidestxistin. Li ser hîmê keda bi hezaran xwendevan, rewşenbîr û zanyarên Kurd, divê îro rêxistineke xurt ya dîplomasiya Kurdên Bakur hebûya. Lê mixabin, ji ber tineya perspektîfeke demdirêj, her ku diçe, di vê qada girîng de, derî li Kurdan têne girtin.

* * *

Ji derveyê kurdên Bakur û ên Başûr, hin xebatên dîplomatîk ji aliyê kurdên Rojhilat ve jî hatiye meşandin. Bi taybetî, di salên 1980’ê de PDK-I di qada navneteweyî de bûye xwediyê hin hewldanên binirx. Bi rêberiya Dr. Qasimlo, bi taybetî li Ewrûpa’yê, dengê kurdên Rojhilat bilind bû, di pir saziyên navneteweyî de rewşa kurdên Rojhilat hatiye niqaşkirin. Jiber hewldanên Dr. Qasimlo, ên di qada navneteweyî de, ew bû hedefa hêzên dewleta Îran’ê, roja 13’ê tîrmeh a 1989’an, li Viyana’yê, hate qetilkirin.

Piştî kuştina Dr. Qasimlo, em nikarin zêde behsa karê dîplomasiya kurdên Rojhilat bikin. Bê guman, li Ewrûpa’yê hejmareke baş ya entelektûelên Rojhilatî heye, lê belê mirov nikare encameke karê wan yê dîplomatîk bibîne. Di van salên dawî de PJAK hin hewldanan nîşan dike, lê mixabin, ji ber sedemê tineya kadroyên pispor û hwd. kes nikare bêje ev rêxistin karekê dîplomatîk dimeşîne.

Heke tenzîmeke baş di nava kurdên Rojhilat de pêk were, hebûna wiqasa entelektûelan dikare pir deriyên dîplomatîk bide vekirin. Hêviyên min ew in ku, rojekê zûtir ev potansiyel were bikaranîn.

Di derbarê kurdên Rojavayê Başûr de, mixabin, ez nikarim behsa karekê dîplomasiyê bikim. Hêya niha, hêza kurdên vê parçeyê di nava saziyên nêzîkê PKK’ê de hatiye temsîlkirin. Di nava karê dîplomatîk yê KNK’ê de, pirsgirêka Rojavayê Başûr jî tim bûye xwediyê cihekê (piçûk). Heke di nava potansiyela entelektûelên vê parçeyê Kurdistan’ê de tenzîm çêbibe, bandoreke dîplomatîk dikare were afirandin.

Di van sê nivîsan de, min xwest ez kêmekê agahî û her wiha nêrînên xwe, ên di derbarê dîplomasiya kurd de, bi xwendevanan re parve bikim. Min di pirtûka xwe a yekem de, (Yekîtiya Ewrûpa’yê û Rastiya Kurd) di derbarê karê dîplomasiya kurdan de dorfirehî agahî daye û analîz kiriye. Di xebatên xwe ên dema pêş de jî, ez ê vê qada mijara gotinê zêdetir binirxînim. Jiber ku hewcetiya me pir bi niqaşên di derbarê karê dîplomasiyê de heye.

Encam…

Doza gelê kurd êdî nema were înkarkirin. Çi di qada navneteweyî de, çi jî di qada herêmî de, her ku diçe rola qada dîplomasiya kurdan zêdetir dibe. Ji niha ve, li pir deveran û di pir saziyên navneteweyî de, Herêma Başûr’ê Kurdistan’ê bûye xwediyê statûyeke « fermî ». Di nava deh salên pêşiya me de, çi dibe bila bibe, kîjan hêz astengiyan derdixin bila derxînin, gelê kurd wê bibe xwediyê statûyeke navneteweyî. Lewre, ji niha ve, divê hemû hêzên ku xwe « Kurdistanî » dibînin di derbarê xebatên dîplomatîk de amadekariyan çêbikin. Heke em weke bapîrên xwe bikin û sivik nêzîkê bandora qada navneteweyî bibin, mixabin, wê demê qedera me ji ya dema Şêx Said, Seît Riza û Qadî Muhammed cudatir nebe.

Ez dixwazim dîsa dubare bikim ; digel ku berpirsyartî dikeve ser milên hemû hêzên kurdan û her wiha entelektûelên kurd, pêwîst e giraniya vî barî ji aliyê BDP’ê û Hikûmeta Herêmî ya Başûr’ê Kurdistan’ê ve were rakirin. Qasê ku ez dibînim, bi taybetî ji aliyê BDP’ê ve, seranserî û xemsariyekê mezin heye. Mixabin, ev jî dibe sedemê wendayiyên ku telafiya wan çênabe.

Ev nivîs, weke sê beş, di Rojnameya Rûdaw’ê de hatiye weşandin

14.08.2010

F
E
E
D

B
A
C
K