Li ser dosya taybetî, ji rêvebiriya EHR ê daxuyaniyek wisa hate belavkirin.

"Li ser mijarê bi hejmarek dezgehên navnetewî re hevkariyek erênî pêk hat. Li gorî îstatîstîkan, qûrbanên sunetbûyînê û nûçeyên belav dibin, li herêmê ji ber problema sunetkirinê, ji awira beden û rûhî ve birînên bêderman vedibin. Herêma Kurdistanê, ji aliyê hejmara kesên qûrban û pêsveçûna sunetkirina keçên biçûk, ber bi welatên Afrîkayê ve diçe.

Lewma EHR, di gel xwîsk û birayên hêja yên CHAK-Europayê û bi hevkariya dezgehên navnetewî dest davêje pirsek giring. Em dixwazin pirsê bikin cihê niqasê û rê li ber vê hovîtiyê bigirin.

Li ser hejmara keçên sunetbûyî, mintîqeyên zêde ketine bin bandorê, analîza sunetkirinê û encamên ji aliyê beden û rûhî, û dîtina kesên qûrbanbûyî rastiya heye bêjin, bînine holê.

Em dixwazin eskere bikin ku, kesên qûrbanbûyî pirsê dibin ber destê "Dezgeha Sihetê ya Cîhanê-WHO" yê. EHR jî dê ji Hikumeta Herêmê daxwaz bike ku, bi rêyên qanûnî rê li ber sunetkirinê bigire. Her wisa jibo raçavkirina pirsê komîsyonekê ava bike. Ji bo gihistina armanca xwe, em ê ji aliyê navnetewî gavên pêwîst bavêjin…"

Dosya teybetî bi rêya malpera EHR ê  www.eurokurd.net ê û ajansa Zarathustra News ê bo Medya Kurdî bê belavkirin.

Zarathustra News – [email protected]

 

F
E
E
D

B
A
C
K