Bi operasyona ku li Belçîkayê pêkhat ve bas derkete holê ku YE’yê bi her awayî di xizmeta Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) de ye. Çawa ku birêz Murat Karayilan daye xûyan, ev operasyon li gorî projeya Amerîkayê pêkhatiye. Tenê Belçika, Fransa û Italya di nava heman kiryarê de tinene, hemû welatên YE’yê di vî derbarî de bi yek gotinê tevdigerin. Lewre ev operasyon ya DYA-YE’yê ye.

Dema pêkhatina vê operasyonê jî pir girîng e. Di aliyekî li Amerîkayê, de Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Nûneran de pêsniyazbiryara di derbarê Komkujiya Ermeniyan de hate erêkirin, di aliyê din de jî di rojeva YE’yê de hin pîlanên neyênî di derbarê pêvajoya Tirkiye-YE’yê de pêsdikevin. Her du mijar jî reaksiyona Tirkiyeyê dikêsînin ser xwe. Ji bo asta reaksiyona Tirkiyeyê nermtir bikin, Amerîka û Ewropayê bihev re vê operasyonê kirine rojeva xwe. Qasê ku tê xûyan ev operasyon wê hê jî bidome û weke helwesteke lidijî hemû Kurdan pêsbikeve. Lewre divê hemû Kurd di vî derbarî de siyar bin û bi her awayî bitekosin.

Tê zanîn ku hemû Kurdên hatine girtin bi salan e li Ewropayê karê siyasî û rewsenbîrî dimesînin. Ne Remzî Kartal, ne Zubeyir Aydar, ne Hecî Ehmedî û ne jî ên din di nava xebateke îlegal de cih negirtine. Heke suçeke hebe ew jî xebata ji bo gelê Kurd e. Ev xebat jî parastina rûmeta gelê me ye.

Ev cara yekemîn nîn e ku polîsê Belçîkayê dikeve bûroyên Televîzyona Kurdan û heman saziyê  krîmînalîze dike. Her dema ku Ewropayê xwestiye mesajekê bide Tirkiyeyê Belçîka ketiye dewrê û li hemberî saziya gelê Kurd sîddet bikar aniye. Bê guman dewleta Belçîkî û her wiha YE’yê bas dizanin ku Televîzyon ji bo Kurdan tisteke pir biwate ye û ew bi keda sedan hezaran Kurdan li ser nigan disekine. Krîmînalîzekirina ROJ TV’yê ji bo wan girîng bû daku ew dizanin cihê heman saziyê ligel Kurdan pir cuda ye.

Ez helwesta gelê me ku li ROJ TV’yê û li siyasetmedarên xwe xwedî derketin pir bas û di cih de dibînim. Divê gelê Kurd ti mecal nede Ewropiyan ku ew destên xwe dirêjî nirxên me bikin. Heke Ewropî di helwesta Kurdan de qelsiyeke bibînin ew ên bikevin nava hewldanên qirêjtir.

Dibe ku hin Kurd, di vê demê de, di malên xwe de bêdeng û rehet rehet rûdinên. Dibe ku ew dibên « Mehrê ku bi min venade bila hezaran salan bijî » Lê belê ez dibêm bila ew jî bizanibin ku her demê li derên xeter de kesên fedekar û birûmet cih digirin, lê ji bo dusmin her kesê ku ji xwe re dibêje « ez Kurd im » xeter e û rojekê wê dor bibe ya wan jî. Lewre nîsandana helwestê berpirsiyartiya hemû Kurdan e.

Ev operasyon ne ya destpêkê ye û ne jî wê bibe ya dawî. Têkosîn didome, divê herdem bidome.

07.03.2010

F
E
E
D

B
A
C
K