Ezbenî! Hê jî rewsenbîriya me mina çemê Dicle diherike, ava gelek rûbar, zê, kanî û cogên kurdistanî tevlê dibe û kes nizane destpêk ji kûye.. Belê ezbenî, îro roj, ti hêvî ji Kurdistaniyan re nemaye ji bil ziman û rewsenbîriya wan û hebûna wan a saristanî di nav xelkên cîhane de. Pêdiviya me bi semyanekî rewsenbîrî heye, semyanekî ku afirêner û spehî be.. Pêdiviya me bi pisporên ramyarî û rewsenbîrî heye, ewên ku ronahiyê li pês gel vêxin û millet di asoyên berfireh re derbasî pêserojên ges û rojên ayende bikin..

*          *          *
   Belê ezbenî, neyar ji çar hawêr ve tixûban datîne, rêka çûk ji ber me digire, tev derfetên bêhinvedanê bi sînor dike. Welatî jî, ji neçarî berê xwe didin dergehên Xwedê; di sirgûn û zîvariyan de belav dibin.. Xwedê di hawara kesekî de nehatiye, aqil daye, mejî daye û ji ebdê xwe re gotiye; Rab ez bi te re..
   Ezbenî! Tev xeta rast nas dikin, lê ez heyranî wî mirovî bim, yê ku wê xetê bimesîne.. Em tev gunehê xwe davêjin ser stiwê gayê pîr û dibêjin: Xeta xwar ji gayê pîr e.. Jixwe ev kêmaya me ye, ku me tev bar ji gayê pîr re histiye.. Xuyaye ku di pey gayê pîr re jinên me stewir mane..!
   Ezbenî! Itar ji xurcika xwe xeber dide, ez jî, ji derdora xwe xeber didim, wek dîdevanekî ji navenda kul, derd û keseran xeber didim û yê zane, zane û yê nizane baqê nîska ye… Erê baqê nîska ye.

*          *          *
   Ezbenî! Zor dijwar e ku mirov di welatê xwe de, xerîb be, girtin û berdan di destê Çirto û Virto debe… Û dema gotin di destê Çirto û Virto de be, tu dihisî ku ji çar hawêr ve dîwar li dora te bilind dibin, tu xwe di hisargehê de dibîne û wiha jî, ta bi dîwarên mala te, dibin biguh.. Dawî tu dibe mina nemroyekê di destê Çirto û Virto de.. Bi ser vî halî de ji te re dibêjin: Tu Azadî, ma çi ji te kêm e… Hingî ti derfet li pês te namînin ji bil ku tu bikî hawar û hin ji derdên xwe binivîs e.. Qey li ser eniya me hatiye nivîsandin ku em tovê çakiyê di nav civata xwe de biçînin, xerab xurêl û zîwanê biresînin.. Belê ezbenî, mêranî ewe, ku mirov di ber hebûna xwe de xebatê bike û wek ku diyare, ziman û rewsenbîrî ji milletan re, sertê hebûna bingehîn in.

*          *          *
   Ezbenî! Di dawiya binê salê û serê salê de, dibêjim: Welî bibin rojên bi xem, kerb û keser, em li we neposmanin… Bidûr kevin mehên giran, salên giran, yên ku li ser milên me razayî bûn; xîzaniya me, derdên me û vesartokên me bi xwe re bibin, bi dûv xwe de bikiskisîn in.. Bela nakokî, kîn û berberî welî bibin… Em ser û pevçûnan ji kesekî re naxwazin û ne em dixwazin ku eniyên ser gerim bibin…

*          *          *
   Ezbenî! Tevî vê hisargehê, vê bêdengiya ku em têde dijîn û vê perwerdeya ku em pê hatine fêr kirin, dibêjim: Çendî pêdiviya me bi ziman û rewsenbîriya me a resen heye. Çendî xebat û bizav ji zimanê me re pêdivîye..
   Ezbenî! Gelo TRT-6- a ku Tirko divê veke, wê di xizmeta ziman û ferhenga kurdî de be, an na? Wê bihêle ku, em bi rast û durist çîrokên kustin û qirkirnên ku ji rex wan ve hatine serê me, li Qoçgêrê, Amedê, Agirî û Dêrsimê bibêjin? An erdnîgariya kurdistanê, wek ku heye, bînin ziman? An em li stranên mina; Ferman e ferman e fermana me Kurdan e.. guhdarî bikin…? Em li hêviya vekirina TV Kurd1 in..

*          *          *
   Ezbenî! Di dawiya binê salê û serê salê de, naxwazim liqata tîpên ziwa bikim an di pesnê zimanê xwe de, tîpan bi kotekî durêzî hev bikim. Çendî dixwazim serê hespê xwe berdim û li kîjan taxê, navtarê û dergehî disekine bela bisekine… Naxwazim kes xewnên min bikuje- kîbe ew kes bela ew be- maka hêviyên min perîsan bike û bi kîn û zikresî dergehê rûpelên min î ku bi dewêta pênûsa min, di pesnê ziman û rewsenbîriya min de piskivîne, bi lewitîn e… Bela em wek xizmetkarên ziman û rewsenbîriya kurdî bin, wek xizmetkarên mirovahiyê, bêne bîra welatiyên xwe.. Erê wek xizmetkarên mirovahiyê.
Xwendevanên zimanê Kurdî! Sala nû li me û we pîroz be.

Qamislo 26/12/2008

Jêder: Netkurd.com

F
E
E
D

B
A
C
K