Dîrokzan dibêjin; di destpêka çerxê 13 an de, fermandarên Eyûbiyan pêwendiyên xwes bi sêx Mendê Êzidê re ava kirine û ew wek Mîrê Mîran li ser tev kurdên herêma Sam û Helebê nas kirine. Di nav wan de kurdên çiyayê Kurmênc bi êzidî û misilmanan ve. Û wiha xwes salên aramiyê di bin desthilatdariya sêx Mend de derbas bûne.
   Pistî serê Çildîranê di sala 1514 an de û bi taybetî dema sultan Yavuz Selîm, derbasî Misrê bûye, wî desthilatdariya Sam û Helebê spartiye Îzeddîn bagê Êzidî, yê ku dibe ji neviyên sêx Mend, û wiha Îzeddîn bagê Êzidî seroketiya mîrgeha Killisê kiriye – Hingê herêma Efrînê jî bi ser Killisê ve bû- Wek tev mîrgehên kurdan ku sultan Selîm soza xweseriyê bi wan re dabû.
   Ta bi çerxê 17 an jî, hêj desthilatiye herêma çiyayê Kurmênc tev di destê Êzidîyên herêmê de bû, lê jê û pêve hin bi hin ji dest wan derket, ew jî bi sedema ku berberî û nekokiya xwe bi xweyî di nav wan de balav bû, hem jî ji ber zilm û zora karbidestên Osmaniyan ku serê wan dikirin da ku wan bikin misilman.. û wiha gelek ji esîr û serokesîrên Êzidîyên çiyayê Kurmênc ji neçarî bûn misilman wek Mala Evdal li gundê Birca Evdalo û mala Baqûbî li gundê Xezawiyê..
   Belê, berî û pistî ku mirgehên kurdan bi destê Osmaniyan bêne herifandin, her Osmaniyan xwestiye ku Êzidîyên çiyayê Kurmênc wek êzidîyên deverên din bikin misilman. Hem jî Xiristyanan, di rêka gerokên xwe re xwestine wan bikin Xiristiyan. Û wiha  di nav salan re 73 fermanên qirkirinê bi serê gelê Kurd yê Êzidî de hatine,  herêma Efrîn jî di nav de. Gelek caran tûsî helandin û koçberiyê bûne û bi dehan ji esîrên wan, ji neçarî bûne misilman..
 
   Di destpêka çerxê 20 an de, dema ku Kurdistan bi sînorê dewletên dagirker hatiye perçe kirin, hinge mîrê Êzidîxanê, li gor rewsa gelê Kurd yê Êzidî, Êzidîxan kiriye 7 herêm an (Sinceq), ji her herêmekê re Tawûsek(Enzelek), bi nav kiriye, wek sembol ji hebûn û berdewamiya dînê Êzidî re, da ku pêwendî û hevgirtinên gelê kurd yê Êzidî ji hev qut nebin, bi hev re girêdayî bimînin û neyên helandin û bisaftin di nav misilmanan de. Vêca Tawûsek ji wan Tawûsan bi navê (Tawûsê Helebê) ji Êzidiyên sûriyê re hatiye terxan kirin. Her sal, di mehên biharî û payîzê de Qewal û koçek, wî Tawûsî li herêmên Êzidîyan yên ku li Sûriyê ne digeraînin wek: Efrên, Tirbespî, Hesekê, Amûdê û Serê Kaniyê. Û ji wê hingê ve û ta roja îro Êzidî li herêma Efrînê û desta Cûmê, li Hesekê, Amûdê, Tirbespiyê û Serê Kaniyê xwe parastine û dijîn.
   Tevî ku Êzidiyên derdora Heleb û Efrînê dûrî (Lalisa Nûranî), navenda rûhanî a Êzidîyetiyê ketine, lê her wan zimanê Kurdî yê ola xwe parastine. Ew jî bi saya Sêx, pîr, Feqîr, Mirîd, Birayê Axretê û Qewalbêjan.. Hem jî bi saya mezargehên pîroz yen ku di nav kurdên Efrîne de belavin wek:
   Mezargeha Sêx Berekat: Ji mezargehên Êzidîyan yên bingehîne li basûrî Xizêwiyê ye, ser çiyayê sêx Berekat e, basûrî Efrînê ye bi dor 30 km.
Mezargeha Çêlxane: Sikefteke di qontara çiyayê lêlûne de hatiye kolan, basûrî gundê Qîbarê ye, bi dor 2 km an û bi dor 5 km an basûrî Efrênê ye.
 Mezargeha Melek Adî: Dor 300 M dûrî  Mezargeha Çêlxane ye, nêzîkî kavlên Esqîbar a kevin e, û di rex de goristana herî kevnar a êzidîyan de yee.
 Birca Cindî(Warê Xerqê): An Birca Pêbaweran, di rex goristana Qîbarê a kevin de ye. Dibêjin bi keviran û xweliya bi sêr strayî hatibû ava kirin, lê mixabin niha wêran e, bûye kavil.
 Mezargeha Hicrika Sêx Hisên: Basûrî gundê Qîbarê ye, li ser rêka goristanê ye.
 Mezargeha Sêx Rikab: Li gundê Sêx Eldêr an li Sadêrê ye, ji mezargehên bingehîn e, di rex de goristanek êzidîyan a kevnare heye, êzidiyên van gundan miriyên xwe lê vedisatin Basofanê, Kefer Zeytê, Xezawiyê Îskan ..
 Mezargeha Sêx Seydî: Di nava gundê Feqîra de ye.
 Mezargeha Parse Xatûn: Li ser kûpê çiyayê Parsê ye, di rex gundê Qestela Elî Cindo de, di baxerb de goristanek Kevin heye û di rex de kavlê keleha malbata Cinbilat xuya dike.
 Mezargeha Sêx Hemîd: Dor du km basûr û baxerbî Qestela Elî Cindo ye, di rex de goristana gunde û kin kavlên kevnar hene.
 Mezargeha Sêx Elî: Di orta gundê Basûfanê deye.
 Mezargeha Pîr Cafer: Di rex goristana sêx Henan de ye a ku Dr. Nûrî Dêrsimî têde hatiye vasartin.
 Mezargeha Ebû Ke`ebe: Li gundê Ebû Ke`ebe ye, mezargehek giringe ji Êzidîyan re, lê mixabin pistî ku gund vala bûye bê guhdan maye.
 Mezargeha sêx Menan: Li ser bilind cihekî ye di ser Kefer Cenê re, qurbanan lê serjêdikin û heviyên xwe ji Yezdan dixwazin..
 Mezargeha sêx Qeseb: Li gundê Kilûtê ye, ser çiyayê Sêrewa an(Lêlûn) e. Wek sikeftekê ye, av jê diniqute..
Bêguman rola van mezargehên pîroz di mayîn, parastin û hebûna dînê Êzidîxan de li herêma Kurdaxê pir mezin e.
   Erê, roja îro li herêma Efrînê, Kurdên misilman û kurdên Êzidî bi hev re dijîn, jiyaneke wek hevî, bi xwesî û nexwesiyê re, bi hev re derbas dikin. 
Navê Esîrên wan evin: Xalitî, Anqosî, Dawidî, Keçanî, Serqiyan(Qûpanî), Resikan, Denadiyan, Pîromerî(Sêrewa), Pûrî(Hekarî),Xast(Serqî),Badînanî,(Nasreddîn)Sikakî, Dumilî.
Gundên wan: 
Ji gundên Êzidîyan li navçeya Sikakan:
1 – Qestela Elî Cindo: Dor 120 mal lê mane.
2 – Baflûnê: Dor 70 mal heye.) Ev herdû gund tev Êzidî ne
3 – Qitmê: 70 mal lê mane.
4 – Sînka: nêzîkî navçeya Sera ye, dor 35 mal lê mane.
5 – Elaqîn: Dor 25 malan lê mane.
6 – Sîceraz: 3 mal lê mane.
Ji gundên Êzidîyan navçeya Cûmê:
1 – Feqîra: nêzîkî Qîbarê û Efrînê ye dor 100 mal hene, tev êzidî ne.
2 – Xezêwiyê: Dor 60 malî lê mane.Mala sêx Hisên Birîmo lê ye.
3 –  Esqîbar an Qîbarê: dor 70 malî lê mane .
4 – Turindê: Nêzîkî Efrînê ye, dor 20 malan lê mane.
5 – Sadêrê: nêzîkî Basûtê ye, dor 10 malan lê mane.
6 – Çeqela Cûmê: Dor 10 malan lê mane.
7 – Îska: dor 10 malan lê heye.
8 – Eyndarê: Ew jî nêzîkî Efrînê ye, dor 10 malan lê heye.
9 – Aska Serqî: dor 6 malan lê mane.
10 – Keferzîtê: Dor 40 malan lê mane.
11 – Qûçûmo: du mal lê mane.
Ji gundên Êzidîyan li Sêrewa Evin:
1 – Basûfanê: 130 mal lê hene tev Êzidî ne.
2 – Kîmarê: 10 mal lê mane.Mixabin ku roja îro dibin xaçparêz.. Kavilên herî kevnar li vî gundî hene, ji wan kavilan kevanekî mezin li ser dergehekî maye, weneyê du teyrên Tawûs li ser xuya ne…
3 – Gundê Mezin: Bi tenê 5 malên Êzidîyan lê mane.
4 – Be’iyê: Dor 10 malan lê mane.
Xelkên van gundan dor 1000 mal hene, wek wan jî li Efrîn, Heleb û bajarên din hene. Mirov dikare bibêje ku hejmara Êzidîyên li herêma Efrînê û yên ku li bajarê Helebê û Efrînê akincî bûne dor 25,000 nefer hene.
Belê berî çerxê 20 an hejmara Êzidîyan ji hejmara wan ya îro bêtir bû. Wê hingê li navçeya Cûmê 30 gundên wan hebûn, li navçeya Sikaka 20 gund hebûn, li navçeya Sêrewa/Çiyayê Lêlûnê 18 gund hebûn..
Eger mirov xwesik di navê gundan, esîran û adetûteqalîdên wan de biponije, wê bibîne ku pirraniya xelkên Efrînê berê Êzidî bûn..

Êzidîyên Efrînê gelek cejnan li hev pîroz dikin; wek: Cejna Rojiyê: Ev cejin ji bi du besa ye; Rojiya çilê Zivistanê ku di keve çilê çil de û rojiya çilê havînê ku di keve çilê havînê de. Cejna Sersalê: Ev cejin, dikeve çarsema pêsîn de ji meha Nisanê a serqî, hem jî jêre dibêjin Çarsema Sor. Cejna Xidir Îlyas: Hem jî bi navê (Pêxwînê) an Bêxwînê, An cejna Miradan, tê naskirin. Ev cejin mîna cejna Valantain e an cejna Evînê ye, dikeve roja îna pêsîn ji meha sibatê a serqî de. Rêûresmên vê cejnê yên taybetî hene; divê xwarinek ji heft bizrên nebatan yên wek: Genim, nok, fûl, fisteq, behîv, garis, kuncîbê çêkirin, pistî ku tev bi hev re bêne hûr kirin, têr xwê dikin û êvara roja îna pêsîn ji sibatê dixwin û li ser radizên û her yek daxwazekê dixe dilê xwe de.. Dibêjin Xwedê  daxwaza wan pêk tîne.. Cejna wan a Biçûk: Berê cejna biçûk a misilmana ye bi rojekê. Lê Cejna wan a Qurbanê: Bi eynî cejna Misilmanan a qurbanê re ye.

   Ji Sêx, Axa û maqûlên Êzidîyan di destpêka çerxê 20 an de, mirov dikare van navan bibêje: Dewrês axa Semo, wek serokê esîrên Êzidîyên Çiyayê Kurdaxê dihat nas kirin û endamek bû di komela Xoybûnê de. Pistî kustina wî di sala 1931 ê de, kurê wî Cemîl Axa û Apê wî Omer Axa ji mala Semo li gundê Qîbarê, serokatiya Êzidîyên Kurdaxê kirin. Weha jî mala Izeddînê Seref li Sadêrê, ku pirê wan niha bûne misilman wek axa û maqslên Êzidîyan dihatin nas kirin… Hem jî sêx Elî kurê sêx Berekat, wek sêx û serokê esîra Denan dihat nas kirin, di sala 1994 an de wefat kiriye.

   Belê roja îro sêx Hisên kurê sêx Hesen ê Birîmo /1934/, li gundê Xezawiyê wek serok û sêxekî navdar e di nav tev Êzidîyên Sûriyê de. Di roja 11/02/2009 an de çûm mala wî gundê Xezawiyê û min suhbetek dirêj pêre derbas kir.. Wî ji min re got ku hejmara me Êzidîyên Sûriyê dor 50,000 nefer heye, ji wan 25,000 li herêma Efrîn û Helebê ne û 25,000 li Cizîrê ne. Û ji sêxên din yên ku îro di nav Êzidîyên Efrînê de hene: Sêx Omer ê Sêxo Bekir e, bi temenê xwe xort e, li gundê Qestela Cindo dimîne. Hem ji Sêx Mihemed ê Xelîlê Kalo ye/1938, li gundê Birca Evdalo dimîne û sêx Nûrî li Heleb, taxa sêx Meqsûd dimîne, û ew biraziyê sêx Hisên ê Birîmo ye.

   Ola Êzidîyan ji olên herî kevnar e di dinyayê de, olek çiyayî ye, li ser bingehê bûyerên xweristî hatiye ava kirin. Kok û rehên xwe ji bîr û baweriyên xelkên herî kevnar distîne wek Hindiyan, Hindoewropiyan û xelkên mezopotamiya. Hem jî gelek bîr û baweriyên saristaniyên kevin wek Someriyan, Babiliyan Asûriyan û Mîdiyan bi xwe ve girtiye û hilaniye… Erê ola kurdên Êzidî oleke çiyayî ye, oleke suristî ye, Oleke asitîxwazane ye.

Jêderên û perawîzên ku min sûde ji wan girtiye:

Di rojên 10-11-12-/02/2009an de, bi gereke taybet, bo danheva pêzanînan li dor  gelê Kurd yên ku bi ola xwe Êzidî ne, ez çûme bajarê Helebê, Efrînê û Çiyayê Kurmênc an Kurdaxê(Desta Cûmê, Naçeya Sikaka û çiyayê Lêlûnê(Sêrewa). Di vê gerê de ez li gelek gundên Êzidîyan geriyam, çav bi gelek kalemêr û zanayên wan ketim û min gelek pirs ji wan kirin. Ji wan kesên ku min ew dîtin û pirs ji wan kirin evbûn: Sêx Hisên kurê sêx Hesen ê Birîmo li gundê Xezawiyê, Sêx Omer ê Sêxo Bekir li gundê Qestela Cindo, Mehmûd keles li gundê Qîbarê(Elhewa), Fûad Hiso û biraziyê wî Heval Hiso li Gundê Qestelê, Bavê Evdo li gundê Kîmarê, Dewrêsê Nasirê Semo li gundê Qîbarê û wiha gelek kesên din. Li Helebê, taxa Sêx Meqsûd jî, ez çav bi gelek Êzidîyan ketim, ji wan kalemêrek bi nave Hesenê Nebo, temenê wî dor 95 salî, jêre digotin HECÎ, xuyaye ku ji berî çend salan ve, tewafa Lalisa Nûranî kiriye û bûye Hecî..
Dr. Zerdest, Bavê Leheng: Kovara Lalis 8/1997, Gundên Ezidîyan li devera Efrîn/Sûriye.
Roger Lescot: Kovara Elhîwar 21/1998, Esair Cebel Elekrad/ Kurdax, mintîqet Efrîn, wergerandina B. Êva.
Kemal Tolan: Kovara Lalis 20/2003. Êzidîyên li Kurdistana Rojava.
Konê Res: Cimiyet Xoybûn 1927 We Weqayî Sewret Ararat 1930, Hewlêr 2000.
* – Roja îro em dibêjin Efrîn, lê berê bi navê Çiyayê kurmênc dihat naskirin. Di heyamê Osmaniyan de, navê wê guhertin û kirin Kurdax, pistî ku Osmanlî derketin û heyam bû erebî, Ereban navê wê kirin Cebel Elekrad, vê pasiyê li vê yekê jî nesekinîn, niha di nivîsên xwe de dibêjin Çiyayê Helebê.

Konê Res
Qamislo 20/02/2009

F
E
E
D

B
A
C
K