Hugo Van Rompaey, dostê Kurdan, di heştê saliya xwe de ji bo xebat û alîkariya Kurdan şahnaz e. “Min her xebata ji bo Kurdan bi dil û can kiriye. Heta ez heme vê xebatê didomînim. Bombekirina Kurdan li Helebce û derdorê wê di 1988 de, kuştina hezaran kes û sedhazaran koçber bûye sedema vê biryara min.”
Xwediyê dîplomayên Fîlolojiya Klasîk, Felsefe, Antropolojî, Zanyariya Huner û Olê-Thelojî ji Fakulteyên Zanîngeha Katolîk ya Leuven (KUL) stendiye û xebata 14 salan ji bo doktora li ser pirsgirêka Kurdan qedandiye. Ji 2003 heta sala 2023 de 12 pirtûkên zanistî li ser pirsgirêka Kurdan nivîsiye, bi sedan nivîs di pirtûk, rojname û kovaran de weşandiye. Beşdarî dehan bernameyên TV, radyo û konferansan bûye.
Ji 20 salan zêdtir e hevkarê Enstituya Kurdî ya Bruksel e. Her tim di rêvebiriyê de cî girtiye û wek dilsozekî mezin di nav xebata Enstituyê de, bi şêwirmendî-tecrûbeya xwe, bi zanîna xwe bi me re wek hevrêyekî kar kiriye.
Pirtûkên wî:
– Volksnationalisme, ook het Koerdische, is geen product van verbeelding, maar representeert werkelijkheid. (Neteweperweriya gelêrî, neteweperweriya kurdî jî tê de, ne berhemeke xeyalî ye, lê rastiyê temsîl dike).– Hebben de Koerden recht op etnische emancipatie? (Ma mafê kurdan ê azadbûna etnîkî heye?)- Kurds Have The Right To Speak Kurdish? (Mafê kurdan heye ku bi kurdî biaxivin?)- Hebben de Koerden in Turkije recht op zelfverdediging? (Gelo mafê kurdan li Tirkiyê heye ku xweparastinê bikin?)- De Onderdrukking van de Koerden in Turkije, een misdaad? (Zilma li ser kurdan li Tirkiyê, sûc e?)- Staatsnationalisme versus volksnationalisme. (Neteweperestiya dewletê li hemberî neteweperestiya gelêrî).- De Koerdische Kwestie, Deel 1. (Pirsgirêka Kurdî, Beş 1)- De Koerdische Kwestie, Deel 2, Staatsnationalisme versus volksnationalisme in Turkije. (Pirsgirêka Kurdî, Beş 2, Neteweperestiya dewletê li hember neteweperestiya gelêrî li Tirkiyê).- De Koerdisch Kwestie, Deel 3, Een theologische visie. (Pirsgirêka Kurdî, Beş 3, Dîtineke Îlahî).- De Koerdische Kwestie, Deel 4, Een filosofische visie. (Pirsgirêka Kurdî, Beş 4, Dîtinek felsefî).- De Koerdische Kwestie, Deel 5, De Koerden willen vrede langs politiek overleg. (Pirsgirêka Kurdî, Beş 5, Kurd bi şêwra siyasî aştiyê dixwazin).- Religie, een briljant vermogen van de mens. (Dîn, karîna (dewlemendiya) mirovî ya bi rûmet).û- Kurd, gotarên li ser dîrok û çanda netewekî, pirtûka Kinyaz Mîrzoev, ji zimanê Ingilîzî wergerandiye zimanê Holandî.
Bi çend nivîskar û lêkolînvanan re jî pirtûkên hevpar, mîna Kruitvat Kaukasus (Tenûra Barûdê Kafkas), Pirsgirêka Kurd li Iraqê, Têkoşîna Kurdan di dema Baas de) û hwd. nivîsandiye.
Her pirtûka ku nivîsiye mijar Kurd û Kurdistan e. Di pirtûka xwe ya dawîn de jî pirsgirêka Kurd di çarçeweya olê de şîrove kiriye. 286 rûpel e û ji serî heta dawî pirsgirêka Kurdî di wê çarçeweyê de şîrove dike.
Kî ye Hugo Van Rompaey?
Ji malbatateke ji rêzê, dê û bavê xebatkar, xwedî gelek zarokan e. Xwendina xwe ya zanîngehê diqedîne û wek mamoste dest bi kar dike. Lê di nava partiya Xiristiyan Demokratan de dikeve siyasetê û di xortaniya xwe de wek piçûktirîn şahredarê bajarê Geel hatiye bijartin. 12 salan ev wezîfe kiriye. 18 salan jî wek parlementer di nava siyaseta welêt de li Beljîka cî girtiye. Ji sedema karê wî ku serketî ye Yekîtiya Dewletên Amerîka (YDA) di sala 1973 de hemwelatiya şerefê dane wî, lê wî ev xelat ji sedema siyaseta YDA ku di çarçeweya mafên merovan û gelan de dike li wan vegerand. Sedem jî bombeyên Saddam li Helebce bû (1988). Dema ev bombeyên gazê dibin sedema kuştina bi hezaran û koçberiya bi sedhazaran Kurd vê biryarê distîne. Ji ber ku YDA û cîhana din jî bi heftiyan devê xwe kilît kirin û ev komkujî paşguh kirin.
Ew di hemû jiyana xwe de ji bo mafên merovan û gelên bindest têkoşîn kiriye. Ji bo vê xebatê jî çûye gelek welatan: Afrîka Başûr, Namîbiye, Somaliye, Burundî, Sahara Rojava, Kroasiye, Bosniye-Herzegovina, Sloveniye, Serviye, Makedonya, Iraq, Rusya, Gurcistan, Kazakistan, Turkiye û Kurdistan (Bakur û Başûr).
Li welatên ku ew çû û dît, ne bes bi rayedarên dewletan yan jî hikûmetan re hevdîtin pêk anî. Bi sazî û dezgehên mafên merovan re, bi kesayetiyên parêzvanên mafên çand û merovan, bi partiyên muxalefetê re, bi komele û komên xebata ziman re diaxivî û hevkariya xwe ji wan re dida zanîn. Ew li hotelên pênc stêrik ne dima. Zêdetir di nav komên belengaz de dima ku derd û pirsgirêkên wan bibîne. Çi dibihîst û çi didît di nava xebata xwe ya parlementeriyê de dianî ziman. Ji bo wan di parlementoyê de kar dikir. Bo vê yekê jî û pirsgirêka Kurd çendîn car diçe nav Kurdan û bi wan re dişêwirî.
Dema hêzên ewlekariya dewleta Beljîka (1996) li ser şîkayetên dewleta Turk hêrîş birin ser Televîzyona Kurdî li Bajarê Denderleeuw (Beljîka) û deriyên wê qufle kirin, Hugoyê Kurd şahredarê bajarê xwe Geel bû. Wî jî wek prensîb ev tişt qebîl nekir û li bajar û hemû derdorê Geel kanalên Turkî ji ser satelîtê da rakirin. Dewleta Turk rabû ser piyan û dijî wî gelek gefên xirab xwarin. Ew ji aliyê galek Turkên netewepest bi kuştinê tehdî bû. Lê xema wî nebû û ew li ser biryara xwe rawesta.
Di dema ku bi sedan Turkên neteweperst di 1998 de hêrîş birin ser Enstituya Kurdî ya Brukselê û bi bombeyên agir şewitandin gelek zerer pêk hat. Bi hezaran pirtûk, arşîf, xaliçeyên Kurdî, bi kurtasî çi li xaniyê Enstituyê hebû bû xwelî. Hugo Van Rompaey yek ji kesên pêşin bû ku xwe gihand ber derî. Ew, çend parlementerên din (Willy Kuijpers, Bart Staes, Nelly Maes, Frieda Brepoels, Jef Sleeckx, Jef Ulburghs, …), parêzer (Jan Fermon, Joke Callewaert, …) dost, rojnamevan ji radyo û televîzyonên Beljîka, Kurdistanî û xêrxwazên din paş çend rojan li nav xaniyê şewitî, di nav xwelî, toz û bêhna şewatê de bi me re beşdarî civîna çapemeniyê bûn, ev hêrîşa qirêj protesto kirin.
Kurd li ku ne Hugo serdana wan dike.
Di sala 2006 de şandeyek ji aliyê Enstituyê pêkhat û çûne serdana Stî Sandra Roelofs, xanima serokomarê Gurcistanê Micheil Saakasjvili. Sedema vê serdanê ew bû ku li ser pirsgirêka Kurdî were axaftin, li derfetên vekirina navendeke arşîvê li Tbilîsê (paytextê Gurcistan) were axaftin. Stî Sandro Roelofs bi dilekî germ ev şande bi taştêyek Gurcî pêşwazî kir û soza hevkariyê da. Endamên şandê, Jan Béghin (cîgirê serokê parlementoya Brukselê), Hugo Van Rompaey (parlementer), Paul Vanden Baviére (rojnamevan), Nick Hannes (rojnamevan) û Derwêş Ferho bûn. Paş çend roj li Tbilîsê me berê xwe da Ermenîstanê. Li Êrîvanê me serdana Radyoya Dengê Êrîvanê (Kurdî) (Keremê Seyad), Rojnameya Rêya Teze (Grîşayê Memê, Emerîkê Serdar, Rizgoyê Cango), Fakulteya Rojhilatnasiyê (Maxîmê Xemo), gundên Têya Teze, Elegez, Çarensevan kir û ji wira jî paş çend hevdîtina em çûne Moskova û ji wira jî em bi hevra çûne Kazakistan. (Li ser vê gera Ermenistan û Kazakistanê di demeke din de dinivîsim).
Hugo kal dibe û paş 65 saliya xwe, teqawîd dibe. Bi temamî xwe dide xwendinê û li ser pirsgirêka Kurdî kar dike. Heta dibe 80 salî vê xebatê dimomîne.
Di dawiya meha Cotmehê de Hugo bangî min kir. Navnîşana xwe ji min re got. Berî niha bi çend mehan de jî min, li mala wî û paş demekê jî li vî ciyê nuh serdana wî kiribû. Mala xwe firotibû û li niha li Mala Kal û Pîran dimîne. Dema min got ez di 31ê mehê de têm wî got “pirtûkên xwe yên dawî ji te re amade dikim, ku bi xwe re bibî”. Di roja me biryar stend de çûm wira. Xwarina nîvro jî ji bo du kesan di xwaringeha Mala Yextiyaran de dabû veqetandin. Mala Kal û Pîran. Paş 80 saliya xwe, paş dehan salan şahredar û parlementer, xwediyê çend dîplomayên zanîngehê, xwediyê dooktora li ser pirsgirêka Kurdî, xwediyê pênc zarokan li Mala Kal û Pîran dima!. Mala xwe difrorşe, beşekî mezin li zarokên xwe belav dike û beşê din ji bo mesrefên kirê û mesrefên rojane ji xwe re li ser hesabê xwe dideyne.
Di ber xwarinê re ez li cudabûna merovên mîna wî li vî welatî û yên li welatê me difikirîm. Merovên di her alî de paqij û yên li pey hîle, derû, xap, dizî, gendelî û qirêjî.
Ji xwe re min di bêdengiyê de digot. Meriv bi nasîn û dostaniya merivê weha serbilind e. Hugoyê Kurd, paş xebat û dostaniyeke dûr û dirêj, ewê navê te di dîroka Kurdan de bi tîpên zêrîn were nivîsandin.
[1] Di dema parlementariya xwe de , ji sedema di her fersendê de li ser Kurdan berteka xwe dida zanîn, hevalên wî yê parlementer ev nav lê kiribûn.