Doğan Özgüden di salên 60 î de, di dema xwendina zanîngehê de dest bi rojnamevaniyê dike û li Turkiyê di nava hereketa çep de cihê xwe digire. Piştre artêşa Turkiyê dest datîne ser hikum, ew bi xwe dibe şahidê gelek bûyer û serpêhatiyan û dikeve ber pêla şîdeta dewletê. Tê binçavkirin û tehdîtkirin. Paşê derdikeve derveyî welêt. Li derveyî welêt jî, bi hejmarek kesan re li ser pêşketina demokrasiya Turkiyê agehdariyê belav dike û raya giştî li Ewropayê ronî dikin. Lewma balyozxaneyên turka rê li ber xebatên wî didin girtin.

Doğan Özgüden demek dirêj e li Belçîkayê rêvebiriya weqfa Info-Turk ê dike. Info-Turk li ser mafê mirovan li Turkiyê û pêşketina demokrasiyê, bi çend zimanan raporan belav dike, li ser pirsê konferans û çalakiyên din pêk dihêne.

Pirtûka Doğan Özgüden li ser prisa demokrasiya Turkiyê, pirsa Kurd, rola leşkaran û partiyên siyasî li Turkiyê û xebata li derve bi agehdariyên piralî xatiye xemilandin. Pêşketin û rawestandina demokrasiyê li Turkiyê ji salên 60 î heta niha mijarek giring e. Nêzîkbûna li pirsê ji awira rojnemevanakî û parêzvanê mafê mirovan perpektîvek firehtir û pirengîn dide mirovî.

Navê pirtûkê yê orjînal ”Vatansız’’ Gazeteci -1- ye û bi turkî ye. Berhem bîranînên wî yê berî sirgonkirinê hemêz dike û ji 560 rûpelan pêk tê. Xebata Doğan Özgüden di nava weşanên Belge uluslararasi yayincilik li Istenbul ê derket. Kesên bixwazin dikarin têkiliyê bi [email protected] re deynin.

EuroKurd News/Stockholm

 

F
E
E
D

B
A
C
K