Li despêkê  nivîskar Shêx Zêdo Baedrî bixêrhatina amadebûyan kir û got fer e em deqîqekê li ser giyan cangorî yên Kurdistanê bisekinîn û ew kesên pîr bi shûr û mertalan û duhî bi luliya tivingê û îro bi qelemê sherê berevanyê kirin û dikin û canê xwe kirîne qurban, li shonda xwest guhdariya çend kopleyên Beyta Lalish bikin. Pey re rê da serokê Komela Hevaltî  Fetah Tîmar ku hinekî armanc û rojeva konferansê zelal kir û daxwaz ji berêz Kovan Amedî kir peyva komkarê pêshkêsh bike û got (em çî biken nikarîn ji derheqa kar û xizmet û berhemên zanistî yên Profesor  Shakirê Xudo derbikevin ) û serferazî ji konferansê re xwest. Peyre nivîskar Wezîrê Esho semînarek pêshkêsh kir û tê da got (jiyana profesor Shakirê Miho ye tejî bizav û çalakî û berhemên zanistî û dîrokê ye û pir xebat ji Bashûrê Kurdistanê jî kirin û li ser dirok û Enfal û cînosayda Kurdan bi sedan gotar dayine weshandin).
Nivîskar Pîr Xidir Sulêman hinekê li dor seredanên xwedê jê razî bo Bashurî Kurdistanê û perêzgeha Lalish û hevdîtinên wî li gel sergirdên Kurdistanê axift  û pêshniyaz û ra û ditinên wî anîn ser ziman û çend wêne yen wî  ku li Kurdistanê hatibûne girtin nimayish dan. Peyre mediye kar Heso Hurmî mesaja berêz Derwêsh Ferho serokê Enstituya Kurdî li Brukselê xwend û tê da ronî xiste ser hevdîtin û  têkiliyên xwe û Prof. Shakirê Xudo û rolê wî blind ragirt, Li dumahîyê Mediyekar Heso got bashtirîn dîyarî  pêshkêshî  giyanê xwedî  razî biken, ku rojnama RYA TEZE  li Erminstanê wê ji layê Hikumeta Kurdistanê ve bê fînansekirin da ku berdewami yê bi weshana xwe bide.
Parêzer Ferîq Faroq ji Kurdistanê hatibû  rolê akadîmîst Shakirê Xudo li ser ashtî, siyasî, çandî û zanistî  bilind nirxand û soz da ku hewil bide li Shêxan festîvalekî bi navî Shakirê Xudo li darbêxin. Peyre  Dr. Eskerê Boyik li dor zarokatî û jiyana wî a dibistanê bi dirêjî axaft û amajekarî wî yên rojnameyî li Rya Teze li salên sêhan de  û bizav dikir ku netwa xwe bêxe di xizmeta dînê xwe (Êzîdiyatî) û Kurdperwerî li cem wî li peyskên bilind da bû.
Nûnerê mala Êzîdiyan li Oldenburg kak Shehab Dax di peyva xwe da destxweshî li Komkar û Komela Hevaltî  ji bo li darxistina vê konferansê  û got  „li vir ez daxwazê ji Hikumeta Kurdistanê dikem ku zêdetir li zana, rewshenbîr, nivîskar û  rojnamevanên Kurd xwedî derbikevin“. Li dawîyê,  Dr. Mehemed Zîno ku shagirdê Prof Shakirê  Xudo bû, têkiliyên wî bi xwendekarên Kurd ve ashkira kir  û sharezayiya wî di biyava dîrokê da anî ser ziman û got „xwedi kesatiyek bi hêz bû û pir navdar bû di qada navnetweyî da“ û pêshniyaz kir ku tev petrûkên wî ji layî navend û komelên Kurdan ve bêne cemandin. Peyre Derhênerê sînemayê Casimê Wezîr li ser asteng û rêgirya dikeve pêshiya zanyarên kurda de  û prof Shakirê Xudo kire nimûne.
Li dawiyê dergehê dan û standinê û pêshniyazan ji amadebûyan re hate vekirin û van berêzan gotinên xwe anîn ser ziman. Nivîskar Mehemed Heyran (têkiliya dînî û netewe ya Kurdî da
Zelalkirin. Nivîskar Kamil Xwedêda, fere pirtukên pirofîsorî tev bêne wergerandin bo zimanê kurdî, Erebî. Kak Kamîran Qasim, rolekî mezin gêraye, Feqîr Sheref, fere peykerkî pirofîsorî  li ber dergehê kolêja Edebiyata kurdî li kurdistanê bê çêkrin, hozan Hesûn Cehwer, jîyana wî zêdetir bê zelakirin.
Hêja ye amajeyê bi hindek kesatiyên amadebûy konferansî bûn bidim. Mîna berêzan Dasin Faroq Beg ji malbata mîrên Êzidyan, Se’dilah Berwarî bepirsyarê PDK li Dusseldorf, Genral Hisên Meran, Yilmaz Camlibêl (Nivîskar), Beko Topgider (Serokê KOMKAR yê berê), Sidar Bingöl (Siyasetmedar).
 Murat Dagdelen (Sîyasetmedar, Rojnamevan), Nihad Mehmûd berpirsa jinên Kurdistanê li Almanya Feremaz Xerîbo ji Komela Kaniya Sipî, Kamîran Qasim (serokatiya bingeha lalish Almaniya), Salih Omerî ji Swêd û micêwirê Baedrê û gelekên din ji. Fere bêjim ku çendeha name û mesacên pishtevanî û destekê ji konferansî re hatin û xwesteka  tevan ji serfirazî û sekeftina konferansî bûn. Mîna Navenda Lalish, Almanya, www.behzani.net, niviskar Kemal Tolan, Kamîran Xeyrî Beg, parlemanterê Iraqê yê berê, Hazim Tehsîn Beg, parlemanterê Kurdistanê, Heso Nermo, qeymeqamê Shêxan, Nihad Mehmod, Yeketiya Afretên Kurdistanê shaxê Almanya.
Di warê ragehandinêda  ekîba KTV û  kak Liyas ji tv ya mala Êzidiyan li Oldenburg, Azad Sîso ji Êzîda tv, malperên www.Behzanî.net. www.gundeme.ne  amadebûn û bikarê xwe rabûn.
Li dawiyê ji dibêjim konferans bi serktin bi dawî hat û shîv ji bo tev amadebuyan hatibû berhevkirin û dest xweshiyê li wan kesan diken ku ev qurban û xêr pêshkêshî giyanê profesor Shakirê Xudo kirin, disan renc û keda  hêjayan fetah Tîmar û Shêx Zêdo Baedrî ji bo vî konferansî kêshayin hêjayî hurmet û sipasiyane.

F
E
E
D

B
A
C
K