Tê zanîn ku ji sala 1984an vir ve, bi rêberiya PKKê, gelê kurd li hemberî dewleta tirk û dagirkeriya wê ser dike. Ji heman demê vir ve jî cur be cur hêzên dewletê li hemberî hêza Kurdan û bi taybetî jî lidijî PKKê ser dikin û qirêjiyan pêk tînin. Ev ne cara yekem e ku hêzên dewleta tirk dikevin axa Basûrê Kurdistanê, di navbera salên 1990 û 2000’î de ew bi dehan caran ketine axa Basûr û li wê derê operasyonan pêk anîne, di salên pistî 2000’î de jî heman operasyon nesekinîn.

Tê bîra me hemuyan ku, di sala 2008an de, bi tevlêbûna hêzên dewletê ên bejayî, li herêma Zapê operasyonekê pir dorfireh pêk hat. Lê belê encamê wê operasyonê bû têkçûna artêsa tirk. Ji heman demê vir ve dewleta tirk bi tevlêbûna hêzên xwe ên bejayî li Basûrê Kurdistanê neketiye nava hewldanên pêkanîna operasyonan.

Operasyonên ku artêsa tirk ji 16ê Tebaxê vir ve pêk tîne, tenê bi tevlêbûna balefirgehên ser dimesin. Heya niha operasyona bejayî nehatiye dest pê kirin. Li gorî ku tê dîtin, amadekariyên operasyonekê bejayî dimesin. Lê belê, digel van amadekariyan û gef û guran, rayedarên dewletê û hikûmetê bi tirs nêzîkê operasyona bejayî dibin. Ew dizanin ku, eger heman operasyon pêk were û carekê din, weke ya sala 2008an, bê encam bimîne, wê demê ti rûmeta artêsa tirk namîne.

Qasê ku em disopînin, bi taybetî ji destpêka Tebaxê vir ve, rayedarên dewletê civîn li ser civînê lidar dixin. Mijara van civînan tenê serê li Kurdistanê ye. Hefteya borî serfermandarê artêsê û hin generalan gerekê li Kurdistanê pêk anîn. Wusa diyar e ku di vê gerê de sert û mercên pêkanîn operasyonekê bejayî hatiye analîz kirin.

Nepêkanîna operasyona bejayî jî, pêkanîna wê jî, jibo dewleta tirk mijarekê pir girîng û xetere ye. Pistî wuqasa amadekariyan, eger heman operasyon pêk neyê wê di derbarê artêsa tirk de bibe sedemê nirxandinên neyênî. Lewre, bi çi cureyê dibe bila bibe, ew ên di van rojan de, di derbarê pêkanîna operasyonekê bejayî de biryarekê bidin.

Li gorî ku ez dizanim, operasyona hewayî zêde zerarê nedaye hêzên gêrîla. Lê belê, eger heman operasyon hê jî bidome û di heman demê de jî operasyona bejayî pêk were, mirov dikare bêje ku wê hêzên gêrîla hin tengasiyan bijîn. Di vê rewsê de, dê were zanîn ku, wê bi sedan leskerên tirk jî werin kustin, herweha wê hejmara wendayiyên gêrîla jî zêde bin.

Bi çi cureyê dibe bila bibe, encama operasyonê, an jî ya operasyonan, ji tu pirsgirêkê re nabe çareserî. Ji niha ve tê xuyan ku gelê kurd lidijî nêzîkatiya AKPê bê deng namîne. Eger rews bi vî awayî bidome, nakokiyên di navbera gelê kurd û dewleta tirk de kûrtir dibin. Bi vê nêzîkatiya siyasî, AKP wê nikaribe carekê din ji Kurdan alîkariya hilbijartinan bixwaze. Di nava AKPê de jî wê hin Kurd (nêzîkatiya Mehmet Mir Dengir Firat weke nimûne ye) bê deng nemînin.

Çi jibo Kurdan û çi jî jibo dewleta tirk, bi rastî ev pêvajo pir girîng û xetere ye. Divê ji her du aliyan ve jî xwînsarî serdest be û çareserî bi rêbazên demokratîk were ceribandin. Di vê serê de ne feydeya gelê kurd û ne jî ya gelê tirk tine.

http://farasinfr.blogspot.com
08.09.2011

F
E
E
D

B
A
C
K