Latest News

Stay Informed

Li ser nîqaşên Romana Kurdî, Medeni FERHO

Nivîskar, ji bo cîhaneke coşûxûroþ ava bike dinivîse û dixwaze cîhanê biguhere. Eger nivîskar rastiya civaka xweö bı kûrayî û dirêjî ne jî, ji pêşengî û rêzantiya civaka xwe jî dûrdikeve û nikare bibê çavdêrê dema xwe. Rastiya nivîskarên Kurd, dûr û kûr e. Lewma tevger û hewldnanên wan jî, bê encam dimînin. Belawela ne, tenê ne û ji hevkarî û yekîtiyê dûr in. Di nava şerekî têr nakokî de dijîn û bi nav serûguhên hev dikevin. Vê rastiya biçûk, ew kirine lêgerîneke “loby”tiya hevaldost..

ÇîROK BI DU ZIMANAN HATIN XWENDIN

Li bajarê Erstfeld ê girêdayî Kantona Ûrî ya Swîsreyê, li dibistanê ji bo zarokên kurdan ên ku li vê dibistanê dixwînin rojeke çand û wêjeya kurdî hat lidarxistin. Di rojê de çîrok bi zimanê Kurdî û Almanî hatin xwendin û leyistikên zarokan dîsa bi her du zimanan hatin lîstin.

« Gelê serhildanê : Bêrîvan »

Enstituya Kurdî ya Brukselê we bi dil û can vedixwînî
pêşandan filmê dokumenter ê Aydin Orak
Şêşem, 22 Hezîran 2010, saet 18:00

Helbijartinên Beljîka çi fêhrî me dike?, Derwêsh M. Ferho

Di roja 13ê Hezîranê de helbijartinên Beljîka ji bo Parlementoya Federal û Senato pêk hat. Di aliyê Flamanan de Partiya N-VA, (Yekîtiya Nûh ya Flaman), liberalên gelerî ne û di aliyê Fransizan de Partiya Sosyalîst serketin. Lîberal, konservatîf û nasyonalîstên Flaman gelek ra hunda kirin, sosyalîst û keskan rewsha xwe ya berê parastin. Li aliyê Fransizan liberal û nasyonaîstan hunda kir, konservatîf û keskan rewsha xwe ya berê parastin.

Skopje III: Di pêvajoya netewebûnê de girîngiya Archîvê, Derwêsh M. Ferho

Heta roja îro Kurd nebûne xwedî arshîv yan jî kitêbxaneyeke neteweyî. Sedem jî ew e ku bi sedsalan e Kurd di nava tevgera azadiyê de ne. Ev rewsh jî bû ye sedema ku ew rê û fersend nebînin vê pêdiviyê pêkbînin. Chendîn caran li ciyên cida xebat ji bo vê yekê hatibe kirin jî dagîrkerên welatê Kurdistan ev rê li ber wan girtine. Bidestxistinên hêja jî tert û bela kirine. Shewitandine, talan kirine, yan jî ji xwe re birine. Bi vê yekê her tim xwestine dîroka Kurdan, rastiya Kurdan weka ku ew dixwazin bi dinyayê bidin zanîn.

F
E
E
D

B
A
C
K