Latest News

Stay Informed

Xeteriya CHP’ê, Ahmet DERE

Ji meha gulanê vir ve ez rewşa CHP’ê ji nêz ve dişopînim. Wisa dixûyê ku li Tirkiye’yê hemû derdorên ku ji AKP’ê nerihet in li dora CHP’ê civiyan in û hewl didin daku ew were ser desthilatdariyê. Di nava van derdoran de nijadperestên tirk û derdorên dijîtiya Yekîtiya Ewrûpa’yê dikin jî hene.

Proje ji bo xortan: Bêyî sherr mafên te !

Xortên Kurd, ji 16 heta 20ê Tebax 2010 tevî komên ji civakên (ji komarên Sovyeta Berê) ji bo heftiya tiyatro li ser hînbûna çereserkirina pirdsgirêkan diçine Dworp (nêzî Bruksel e).

Ji bo beshdariyê
serbest e, lê zimanê Flamanî (Holandî) shert e! Kesên dixwazin divê xwe bidin nivîsîn!!!

Bikaranîna nifira ku bi tîpa -Ş-destpêdike, serxwebûna ola mine Ezdahî û azadiya Kurdîtiya min înkar dike! Kemal Tolan

Dema min nifira bi tîpa -Ş- destpêdike di nav pirsên ku birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ji bo „hevpeyvîna Êzidî nasandin“ê ji min ra şandin de dît, ez gelekî xemgîn bûm. Lewma jî min li ser xwe pêwîst dît ku, ez vê xembariya xwe di rêya nivîsandinê de û li goriya zanîna xwe ji birêz Dursun Ali Küçük û Seyîdxan Kurij ra bidime xwanê kirin.

Skopje II*, Derwêş M. FERHO

Destpêka konferansê bi xêrxwaziya mazûlvaniya serokê Enstituya Zimanan ya Skopje, INI, rêzdar Todor Cepreganov, vebû. Konferans jî di nava avayiya wê dezgehê de ku her sal ji 55 heta 65 şagirtan ji bo perwerda zimanan werdigre, derbas dibe. Di axaftina xwe de behsa dijwarî û bêderfetiyên berê ku bi serê wan de hatiye kir. Bindestiya çendîn sedsalan bi ferehî axaft. Axaftina xwe li ser girîngî û pêdiviyên nuka, erk û armanc, kar û berpirsiyariyên roja em tê de ne ji bo pasheroja gelên me qedand.

Skopje I, Derwêş M. FERHO

Saziya ADVN (Navenda Arşîf û Dokumentasyona Flaman) konferanseke mezin ji bo lêgerîna derfetên avakirina Navenda Arşîf û Dokumnetasyona gelên tevgera azadîxwaz li Skopje amade kiribû. Ez, ji bo zelalkirina rewşa arşîf û dokumentasyonê li ba Kurdan vexwendî wê konferansê bûm. Wek tê zanîn, ji sala 1998 û vir de Enstituya Kurdî ya Brukselê bi ADVN re ji bo parastin û xwedîkirina arşîf û dokumentasyonên me di nav hevkariyê de ye û ji bo Enstituyê jî awayê vê xebatê pîroz e.
Bi vê minasebetê, li ser çûna Skopje û vê mijarê ezê çend nivîsan ji xwendevan re pêşkêş bikim.

Divê polîtîka beramberî were guhertin, Hesen Huseyin Deniz

Îsraîl divê polîtîkaya xwe ya di derbqarê kurd û Kurdistanê de biguhere. Heta niha bi awayekî bêhempa destekeke pir mezin û domdar dida Tirkiyê. Ji ber ku Tirkiye hevalbendê NATOyê bû û ew jî jendermeyeke Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn bû, Îsraîlê ew destek dikir. Lê niha li Tirkiyê rews hatiye guhertin. Bi siyandariya AKPê re Tirkiye dixwaze xwe bike serok û serkêsê dewletên îslamî. Di hundirê Tirkiyê de jî ji xwe AKP ji roja siyandarî xistiye destê xwe heta niha kadroyên xwe li her derê bi cih dike. Niha li Tirkiyê hêza îslamî ya AKPê di hemû saziyên dewletê û di nava artêsê de tê bicihkirin. Derketina serokwezîr Erdogan a li hemberî Îsraîlê jî wêrê ji vê yekê digre.

Konferansa Shakirê Xudo : Bîrhatin û Berhem, Heso Hurmî

Di roja shemî, 22.05.2010 de, li bajarê Bottrop li Almanya konferansek rewshenbîrî li dor Prof, Shakirê Xudo hate li darxistin. Bi beshdariya gelek rewshenbîr û Akademisyen û medyakar ji Beljîka, Holanda, Swêd, Almanya, Rusya û ji Kurdistanê, zêdebarê kes, xwishk û kurên xwedê jê razî Shakirê xudo yê ku di 01.02.2007 de li Moskow koça dawî yê kirî. Ev konferans ji aliyê Komkar-Eu, Komela Hevaltî li Bottrop hatibû organîze kirin û kar û barên konferansî bi vî shêweyî li xwarî derbas bûn.

DIVÊ KURD NASNAMEYA TIRKBÛNÊ ÊDÎ BIKAR NEYNIN, HESEN HUSEYîN DENîZ

Di axaftina xwe ya li ser qaşo “Bişkivîna demokratîk“ de serokwezîrê tirk Erdogan bi rûreşiyeke mezin dibêje ku, “Pirsgirêka PKKê ne wekî ya Hamasê ye. Hamas ji bo mafên netewî têdikoşe,ew cuda ye; lê yên PKKyî dema tên kuştin nasnameya tirkbûnê li ser wana derdikeve.“

F
E
E
D

B
A
C
K