Latest News
Stay InformedWeqfa Ferho, xelata mafê mirovan û parastina çanda Kurd, di 3ê Adarê de dide
Weqfa Ferho, mina her sal wê di 3ê Adarê de xelata mafên mirovan û Çanda Kurdî bide. Di biryara îsal de, destek û arîkariya xwendekarên Kurd jî hat zêde kirin. Li gorî biryara nû, di salên pêş de, arîkarî û desteka xwendkarên Kurd wê werê zêde kirin.
Li Ewropayê tenê siyaset ne bes e! Derwêş M. Ferho
Di roja îro de li piraniya welatên Ewropayê xwendekar zêde bûne. Li zanîngehan hejmara xwendekarên kurd roj bi roj zêde dibe. Êdî di hemû qadan de hebûna kurdan rastiyeke berbiçav e
Bexçên Bihişte- Çirokê bexçên Swîsrî
Filmekî nu ji produksîonek navnetewî û ji derhênana Mano Xalîl
Civîna hevkariya saziyên kurd li Ewrûpayê
Li salona Instituya kurd li Stockholmê bi beşdariya nûnerên Instutî, rêxistinên civakî û çandî, weşanxaneyên kurd, siyasetmedarên ji partiyên swêd û Şerafetîn Halîs parlementer BDP, nivîskar û rewşenbîrên kurd civînek hate lidarxistin.
Gerek Kurd Bêdengiya YE li ser pirsgirêka Kurdî Bishkînin, Derwêsh M. FERHO
Ji her sal zêdetir zordestî û lîstikên dewleta Turkiyê li ser gelê Kurd di 2009 de xuya kir. Bi saya medya Kurd, ku bi cesaret û bê rawestan wezîfa xwe bi cî anî, pirraniya zilma li ser Kurdan hate kirin bi cîhanê da zanîn. Lê mixabin, cîhana ku li ser mijara demokrasiyê bê navber diaxive, di pirsgirêka Kurdî de di nav bêdengiyeke mezin de bû! Di serî de ji Yekîtiya Ewropa (YE) xwe kerr û kor nîshan da.
Alîkariya EU ya bi milyaran nagihêje Kurdistanê
Alîkariya Yekîtiya Ewropayê-EU ya ji bo pêşxistina deverên hejar li Turkiyê nagihêje bakurê Kurdistanê.
Saleke Bizehmet Derbas bû, Ahmet Dere
Sala 2009 bizehmetî derbas bû. Wisa diyar e ku hin zehmetiyên 2009’an di 2010’an de jî bijîn. Lê belê di heman salê de hin astengiyên kevneparêz û nijadperest jî li Tirkiyeyê ji holê rabûn.
Cemşîd Bagokî:Luqman Yûsif Û Reş Û Spî, Konê Reş
Di van rojên paşiyê de ev pirtûka bi navê (Reş Û Spî: Çîrok û Çîvanok), ya rêzdar Luqman Yûsif derketiye ber destê xwendevanan. Bi min xweş e ku ez vê pirtûkê bi xwendevanên zimanê kurdî bidim naskirin. Pirtûk ji 110 rûpelan pêk tê, 27 çîrok û çîvanokên gelêrî di nav rûpelên xwe de kom dike, bi kurdiyeke zelal û şêrîn hatine hunandin.
Piştî Qedexekirina DTP’ê, Ahmet Dere
Roja 11’ê Kanûnê li Tirkiyeyê DTP hate qedexekirin. Lê belê doza lidijî DTP’ê ji sala 2007’an vir ve vebibû û di destê dozgeran de bû. Kengê hatiba xwestin dozgerên tirk dikaribûn heman dozê bigirtana dest û biryara xwe dabûnayê.