Latest News
Stay InformedPartiya Çep ya Swêdê:Em girtina DTP ê li Turkiyê mehkûm dikin
Îro, Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Turkiyê biryara girtina partiya Kurda DTP ê da. DTP giraniya xwe, rêvebiriya 99 şaredariyan, 9 meclîsên wîlayetan û 21 parlamenteran di meclîsa Turkiyê de dike. DTP piştgirya xwe li başûrê rojhilatê Turkiyê xurt e û ji bo çareserkirina pirgirêka Doza Kurda bi şêweyekî aştiyane dengek bi hêz e.
Abbas Ismaîl Û Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De, Cemşîd Bagokî
Ferhenga Dengan Di Zimanê Kurdî De pirtûkeke nû ye li pirtûkxaneya Kurdî zêde dibe, ji berhevkirina mamoste Abbas Ismaîl e. Ji berî çend rojan ve li Şamê ji rex weşanxaneya Dar Elzeman ve hatiye çap û belav kirin.
Daxuyaniya Yeketiya Nivîskarên Kurd – Duhok Dijî Biryara Dadgeha Tirkiyê
Bo rayê giştî ê cîhanê û tevaya nivîskar û rewşenbîrên Turk
Divê terora ”Anayasa Mahkemesi” bê rawestandin
Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Turkiyê- ”Anayasa Mahkemesi” biryara girtina DTP da. Her wisa mafê 37 polîtîkarên DTP yî ku bi siyasetê mijûl dibin, ji holê rakir. Partiyên neteweperest û jenosîdxwaz ”CHP” û ”MHP” piştgiriya biryarê dikin. Li Turkiyê, Kurdistanê û gelek welatan li dijî biryarê dengên nerazîbûnê bilind dibin…
Siyasetvana Sosyal Demokratan li Swêdê Evîn Çetin:Divê Swêd û EU mizekerêyên bi Turkiyê re rawestîne
Siyasetvana nasdar Evîn Çetîn îro li ser girtina DTP bi destê ”Dadgeha Qanûna Bingehîn” ya Turkiyê beyanek belav kir. Çetîn ji Hikumeta Swêdê ku rêvebiriya Yekîtiya Ewropayê-EU dike û ji EU xwest ku danûstandina bi Turkiyê re li ser pirsa endametiya EU, rawestînin. ¨
Beyana Çetînê wisa ye:
Sheva agahdariyê li ser pirsa Kurdî
Înî, 11 Kanûn 2009, saet 19,
ZAAL BETHANIË, Boksbeeldenstraat – Hasselt (nêzî Meydana Golf e)
Frieda Brepoels, Parlementera Ewropa (N-VA)
Derwêsh M. Ferho, serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê!
Hun bi xêr û xweshî hatin!!!
Encamnameya Civîna Desteya Ahengîsaza TZP-Kurdî
Ji çapemenî û raya giştî re…
Desteya Ahengîsaz a Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) piştî konferansa sêyemîn civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî û xebatên TZPKurdî hatin nirxandin, plansaziya giştî ya dema nû hate kirin. Di civîna navborî de helwesta rayedarên Tirkiyeyê wekî helwesteke xapandina gelê kurd hate binavkirin, nemaze jî bûyerên li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan wekî provakasyonekê hate binavkirin. Hate gotin ku ji bo aştiyeke rasteqîn divê rayedarên dewletê dev ji van polîtîkayên qirêj berdin îradeya gelê kurd nas bikin.
Rola Wergerê Di Rûniştina Ziman Û Ededê Netewî De, Konê Reş
Bêguman rola wergerê di pêşketin û rûniştina zimanê netewî de zor mezin e. Nexasim sebaretî me Kurdan ku zimanê me qedexe ye; nivîsandina bi zimanê me qedexe ye.. Û wek ku diyar e pêşketina ziman, bi xwendin, nivîsandin û xebitandina wî zimanî ye…
AKP û Dewlet Hevpar in, Ahmet DERE
Piştî hatina komên aştiyê her ku diçe rojeva lidora pirsgirêka kurd û armanca dewleta tirk « zelal » dibe. Bi awayeke giştî ez dikarim bêjim ku Tirkiye di mijara çareserkirina pirsgirêka kurd de hê bibiryar nin e. Weke parçeyeke dewletê AKP û hikûmeta wî jî di heman mijarê de xwediyê nêzîkatiyeke zelal nîn e.