Latest News

Stay Informed

Kesên Wek Salihê Kevirbirî Pêşmergên Bajara ne, Konê Reş

Bi armanca ku vê paşiyê çar pirtûkên Salihê Kevirbirî çap bûne û li Tirkiyê û Kurdistanê hatine belav kirin, di roja 22/11/2009 li Stenbolê di Kurd-Cafê de, semînerek li dor nivîskariya wî hat li darxistin. Di semînerê de helbestvan Kawa Nemir û nivîskar Alî Fikrî Îşik bîr û baweriyên xwe li dor Kevirbirî anîn ziman. Paşê di koktêleyê de Kevirbirî pirtûkên xwe îmze kirin..

29/11/2009, Shêxmus Dagtekin li Brukselê

Nivîskarê Kurd Shêxmus Dagtekin (1964) yek ji wan kesên ku nûjeniyê dixe nava helbesta Frensizî. Heft dîwan nivîsîne û pirr caran xelat stendiye.

Konferansa Mêrxas, rêveber û sexsiyetên Êzdiyan

Konferansek di 28-29/11 2009-ê de, rojên semî û yeksemê, li salona MALA ÊZDÎYAN li Oldenburgê, di derheqa mêrxas, rêveber û sexsiyetên êzdiyan yên dîrokî dê bêt li dar xistii. Zaniyar, nivîskar û oldarên naskirî dê di wan herdu rojan, di derheqa wan kesayetiyên navdar yên êzdiyan de biaxivin û bersiva pirsên haziran bidin. Derê konferansê ji her kesî re vekiriye. Programa van du rojan bi vî awayê jêrîn e:

Têkilî

Enstituya Kurdî ya BrukselêBonneelsstraat, 16, Rue Bonneels1210 BrûkselTel : +32(0) 2 230 89 30Fax : +32(0)2 231 00 [email protected] Saetên vekirî :Ji Dushemê heta Înê : 9:00 – 17:30...

Şûraya Ziman û Perwerdeya Kurdî, Bruksel, 05-06. 11. 2009, Derwêsh M. Ferho

Girîngiya ziman

Di nava shertên netewebûnê de ziman girîngtirîn wate ye. Herweha ji bo berdewamiya neteweyekî jî ziman sitûna bingehîn e. Berjewendî, orf û adedên hevpar, kultûr û folklora hevbesh encex bi zimanê wî neteweyî giraniyê nas dike. Xweshbûn û ma’neya sitran, govend, çîrok, helbestê encex bi zimanê neteweyî mimkin e.
Gelek caran ziman mîna nasnameya gel, yan netewe, tê bi navkirin. Ev rast e.

F
E
E
D

B
A
C
K