Latest News

Stay Informed

Kebanî û Mamoste*, Rewsen Bedirxan

Xwendevanên ko çavên xwe li ser nameyên vê bend û vê stûnê bigerînin, heye ko berî ewil bibêjin, gelo div ê stûnê de ji me re qala dirûtin û asbaziyê wê bikin. Ji ber ko bi adetî di van stûnan de qala van tistan dikin. Ji milê din wê lê ecêbmayî bimînin û ji xwe bipirsin; Kebanî û mamoste bi çi awayî gîhane hev û ji bona çi?

Platforma navnetewî ji bo mafên hindikahiyan

Rapora YASA li ser mafên Perwerde û Hînbûnê ya Kurdan li Sûriyê, pêşkeşî Platforma navnetewî kiriye, Platforma ku li Geneva – Swîsra di 15-16. 12.2008an de hate li darxistin.
Platforma îsal ya ku ji aliyê Rêxistina Netewên Yekbûyî haitbû li darxistin, ew li ser mafê Perwerde û Hîbûnê ya hindekahiyan bû.

Resepsiyona Newrozê

Enstituya Kurdî ya Brukselê we ji dil û can vexwendî resepsiyona Newrozê dike!

3000 kes ji bo mafê Êzîdiyên basûrêrojava mesiya

Ji bo sopandin, lêpêsgirtin û nerazîbûnê li hemberî hevpeymana Almanya û Sûriyê di 20 ê sibatê de li Elmanyayê, bajarê Hannover li qada Steintorê nêzîkî 3000 kes ber bi avahiya Parlamentê Herêma Niedersachsen ve mesiyan. Sloganên li dijî biryarên derxistina Êzîdiyên basûrêrojava û helwesta dewletê li dijî kurdên penaber yên Êzîdî hatin bilind kirin.

Êzîdiyên li Çiyayê Kurmênc (Efrînê)*, Konê Res

Kurdên Êzidî yên çiyayê Kurmênc(Efrînê), li rojavayî bajarê Helebê; li desta Cûmê, quntara çiyayê Kurdaxê û derdora çiyayê Lêlûnê(Seman), bi cî û war dibin û jiyana xwe ji sedê salan ve li vê herêmê derbas dikin. Xuyaye ku pistî herifandina impiratoriya Xalitiyan, Êzidî di welatê Mezopotamyayê de belav bûne, xwe li cihên asê girtine û wiha jî hin ji wan li çiyayê Kurmênc û desta Cûmê bicî bûne.

Konferans: Êzdayetî

Sêsem, 10 Adar 2009 – Saet 14.00 – 17.00, Cî: KULeuven (Zanîngeha Katolîk ya Leuven), Kleine Aula, Maria-Theresia College, Sint-Michielsstraat 6 – 3000 Leuven – Beljîka

F
E
E
D

B
A
C
K