– Turkiyê careke din ji bo pêşketina demokrasiyê gavekî paşde avêt. Qet nikare bê pejirandin ku bi destê welatek berendamê Yekîtiya Ewropayê, partiyek bi dengê xelkê hatibe hilbijartin, qedexe bibe. DTP di nava Gelê Kurd de piştgiriya xwe pir xurt e û pir hewil da ku bi rejîma niha re ji bo çareserkirina pirsgirêka Doza Kurdan diyalogê deyne. Bi biryara dadgehê û girtina partiya DTP derî ji bo rêya diyalog û çareserkirina Pirsa Kurd bi rêya aşitiyê hatiye girtin, dibêje rêvebirê Partiya Çep (vänster partiet) Lars Ohly.Dadgehê her wisa rêya siyasetê 5 salan li ber 37 kesên polîkar girt ku di nav wan de rêvebirê partiyê Ahmet Turk û rêvebira berê Aysel Tugluk jî heye. Ev kirin/biryar, girêdana xwe bi prensîbên demokrasiyê re tune ye. Em biryara dadgehê mehkûm dikin û ji Turkiyê dixwazin ku ji bo rêveçûna qonaxa demokrasiyê berpirsiyariya xwe hilgire / bîne cî. DTP bê girtin jî, em zanin ku li Turkiyê hêzên xurt hene û ew ê tekoşîna xwe ji bo demokrasî û mafê mirovan berdewam bikin. Partiya Çep ya Swêdê dê dê bi berdewamî piştgiriya wan hêzan bike, dibêje Ohly.Bi silavanAmineh Kakabaveh
Parlamentera Partiya Çep li Swêdê
0761301236
www.amineh.wordpress.com
Besöksadress: Mynttorget 2
08-786 55 46
 

Kurdocide Watch-CHAK News

F
E
E
D

B
A
C
K