Medenî FERHO
3ê Adara 2006……
Xewna Kurdan bû utopya, utopya Kurdan bûye hêvî, hêviya Kurdan bi mêjî û beden bûye.
Di vê gotinê de, dîrokek winda û dîrokek nû ya zindî heye.
Di 15mîn salvegera şehîdkirina dayika min Fatim û bavê min Ferho de, dîroka winda û dîroka zindî hatin bîra min. Ev gotina gerillayekî ku di serdana pêşî ya Qendîlê de ji min re got in. Gerilla got, em gelek caran bûne mêvanê dayik û bavê te. Min bihîst ku tu hatiye Qendîlê min xwest werim te bibînim. Ev serdan, ji bo min serbilindî bû û dema ez dîtim ji berîka xwe gore derxistin, got, ev gore berhemê dayika Fatim in. Her cara ku em diçûne mala wan dayika Fatim pêşî gorê me dişiştin û beroşek ava germ û teştek dianî, digot, lingê xwe bişon, wê westandina we biçe.
Gerilla, got; Apê Ferho pirtûkek bi zimanê Belçikî şanî me da, fotoyê wî li ser bû û got; Nifşê me winda bû, lê we nifşê me jî bi xwe re zindî kir, ev dîroka nû ye, dîroka me winda ye, ya we zindî ye.
Gerilla hinekî bi xemgînî got: Mixbain me ew nirxê ku me gelek nan û ava wan vexwar ne parastin….
Parastin çiye?
Ligel gotina jor, pirsa parastin çi ye? Guman dikim ku gotina bavê min Feho, dîroka zindî ye!.. Piştî 15 salan devleta Tirk, ku kuştin kiriye qible û bingeha hebûna xwe, vê carê berê xwe da min û gefa kuştinê li min dixwe. Dîroka zindî ev e! Dîroka zindî Garê ye!… Dîroka nû ye û cîhan li ser pirsa Kurd diaxive!… Dîroka nû û zindî ev e, gorên serkêşên berxwedanên Kurdan teva winda ne, lê cîhan li ser serkêşê gelê Kurd û azadiya Kurd Ocalan diaxive!.. Dîrok ev e, nû ye û zindî ye!…
Dîroka nû û zindî ya Kurd, xewn kire utopya, asoyên utopya nêzîk kirine û hêvî afirandiye.
Hêviya Kurdan, bi saya lehengên ku di sedsala bîstan de dest bi nivîsandina destanan kirin, di sedsala bîstûyekê de, ew destan kirin dîrok. Turk-î kabala, bi xwînê tê xwedî kirin. “Kabballah” gotinek Îbranî ye, tê wateya “mîstîsîzma Cihutiyê”, tê wateya “rêkûpêkî û toreyê” û li ser bingeha paşerojê li ser pêşêrojê ava bike. Yanî siberojê, li ser doh û pêr ava bike… Lê Turk-î Kaballah cûda ye, Turk-î turanîzm e û paşverûtiya, newî “ seb-î ûl tekke û dergeh” e!…
Ev dîrok e, yan jî neynika dîrokê ye û xwendina sirr û razên di fulyona pişta neynikê de ye. Turk-î Kaballah cuda ye. Ez ji i gelê Cihû lêbûrînê dixwazim, ji ber ku min “kaballah”, bi xwîn kir. Turk-î Kabala, bi xwînê tê xwedî kirin. Çima xwîn? Bingeha Turk-î Kabllah nîne, nifşê devşîrme bê bav e, bê esl e, dîroka wan xwîn e, kultura wan wek bexçikê bi pîne ye û sedrengî ye, zimanê wan li gorî desthilatdariya wan diguhere.
Serokkomarê wan, serfermandarên Artêşa wan , wek “debaba”yên tekkexane û dergahxaneyan e. Mînaka dawî Erdogan e, misilmenî ye û eslê xwe Rûm e, helbet mafê wî heye bibe misilman, lêêêê, ti mafê wî nîne ku li Ayasofya xwe wek Fatih Sultan Mehmed nîşan bide.
Bala xwe bidinê, di her cemaet û limêjên bi “cemaet”, ji Qur’ana pîroz ayetan dixwêne, xwe wek “serokê mû’mînan” dibîne. Di her liv û tevgera wî de, wek postnîşînê dergehê mewlewî, wek “debabeyê Bektaşiyan” dibîne. Carcaran jî wek siltanên osmanî, piştî nimeja înê diçe ser gora bavê xwe.
Di sedsala bîstîûyekê de mêjiyê “sebîl ul dergehûn”, yan jî “Turk-î kaballah” ji bilî krîzan tiştekî din nayîne. Atalet û berxwedan heye û bi gefxwarinê Kurd paş de gavan navêjin.
Li Kurdistanê şoreşek heye û ev şoreş bandorê li Rojhilata Navîn û cîhanê dike.
Vê şoreşê gelek bandor li Tirkiyê jî kiriye; ne nêrin ku zeptûrepta “Turk-î kaballah” û “sebîl ul dergehûn” heye, Tirkiyê ji bin ve dikele!… Lewma piştî têkçûna Garê, genelarên tekaûd rabûne lepan û wezîrê karên hundir bi gefxarinê êrîşî vir û dera din kir.
Di 15mîn salvegera şehîdkirina dayik û bavê min de, tiştekî din bêjim; Me “xelata ziman û kultur ya Ferho”, ji sedema zext û zora demê daye rawestandin, destûr nayê dayin ku em merasiman pêkbînin. Li Ewropa jî xelatdayin, ji bo me şaş e.
Dinya li gorî Turk-î Kaballah na zivîre!… Kurdan dest avêtiya çerxa jiyanê û guhertinê dikin.
Ez gotina destpêkê dubare dikim: Xewna Kurdan, bû utopya, utopya Kurdan bûye hêvî, hêviya Kurdan bi mêjî û beden bûye. Dîroka nû û zindî heye.
Em destûrê nadin ku nifşê Ferho û Fatim winda bimîne.